Kanala ROJAVA TV

ÎRO 1’Ê MIJDARÊ ROJA CÎHANÎ YA PIŞTGIRIYA BERXWEDANA KOBANÊ YE

Îro roja cîhanî ya piştgiriya berxwedana kobanê ye . Kobanê bi berxwedana şervanên azadiyê û piştevahiya gelên cîhanê, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

têkildarî roja Cîhanî ya piştgiriya berxwedana Kobanê hevseroka TEV-DEM ê ya herêma Firatê hedla hesen û Endamê partiya Yekîtiya Demokratî PYD ê Mehmûd Elî nirxandin kirin û gotin Berxwedana Kobanê bû kilîta têkbirina çeteyên DAIŞ ê .

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi tank û topan êrîş birin ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê .

Xelkê Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û nehiştin ku bajar bikeve destê çeteyên dijminê mirovahiyê .

Sal derbas dibin, lê bîranînên berxwedana Kobanê zindî dimînin ku şervanên leheng rûmeta bajar parast û bi xwîna xwe rizgar kir.

Îro 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya berxwedana  Kobanê ye, roja bîranîn û piştgiriya bi serkeftina bê hempa ya dîrokî ya gelê Kurde .

Di vê çarçoveyê de hevseroka TEV-DEM ê ya herêma Firatê hedla hesen tekez kir ku   berxwedana Kobanê bû destpêka têkçûna çeteyên DAIŞ ê li tevahiya cîhanê .

Her wiha Endamê partiya Yekîtiya Demokratî PYD ê Mehmûd Elî diyar kir ku Berxwedana Kobanê roleke mezin di danasîna gelê Kurd li tevahiya cîhanê de lîst.

Berxwedana Kobanê bû kilîta têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, Ji her aliyê Kurdistanê ve Kurdan xwe kirin mertal û ciwan herikîn Kobanê .

kobanê bû cihê îradeyeke mezin a berxwedan û destana qehremaniyê.