Kanala ROJAVA TV

LI ZANÎNGEHA ROJAVA JI BO PARASTINA ÇEMÊN HERÊMÊ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ji bo parastina çemên herêmê û zêdekirina rûberên keskahiyê komxebatek hat lidarxistin.
Di komxebatê de mijarên giring hatin nîqaşkirin û tekezî li ser hişyarkirina civakê di warê parastina ekolojiyê de hate kirin.

Li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo derbarê parastina ekolojiyê û zêdekirina çavkaniyên avê de, komxebatek bi rê ve çû.

Komxebat bi hemahengiya Platforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava û di bin dirûşmeya “Bi şahidiya jinan serpêhatiya çemên Rojava” hat sazkirin.

Beşdarên komxebatê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û qirkirina xwezaya Efrînê wekî mînak dan.

Di komxebatê de rêyên çareserkirina kêmbûna çavkaniyên avê hatin nîqaşkirin û tekezî li ser parastina jîngehê hate kirin.

Di dawiya komxebatê de Beşdaran gotin divê ji bo paqijkirina ava çemê Ceqceq û parastina çemên din ên li herêmê gel bê hişyarkirin û têgihiştina civakî ya di warê paqijiya bajaran de bê zêdekirin.