Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD GIRTINA 11 ROJNEMEVANAN BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR

Yekîtiya ragihandina azad di derbarê girtina rojnemevanan li Tirkiyê û bakurê kurdistanê de daxuyaniyek da û bang li hemû saziyên navnetewî kir ku ji bo girtina rojnemevanan bi erkên xwe rabin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha, û Mêrdînê bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin binçavkirin.

Yekîtiya ragihandina azad di derbarê girtina rojnemevanan li Tirkiyê û bakurê kurdistanê de daxuyaniyek da û bang li hemû saziyên navnetewî kir ku ji bo girtina rojnemevanan bi erkên xwe rabin.

Daxuyanî li pêş navenda mihemed şêxo ya li bajarê qamişlo hat xwendin û Bi tevlîbûna rêveber û endamên Yekîtiya ragihandina azad û rojnemevanên herêmê .

hevserokê yekîtiya ragihandina azad dilyar cizîrî  tekez kir ku rojnamevanên kurd her dem rastiya sûcên tirkiyê ji tevahî cîhanê re radighînin lewma Dewleta tirk wan binçav dike .

endamê rêveberiya yekîtiya ragihandina azad zinar cafer piştgirya rojnamevanên girtî kir û got dê Sûcên tirkiyê tu carî vîna gelê kurd neşkîne .

Tevkî ku bi dehan rêxistinan di daxuayniyên xwe de gotine ku li Tirkiyê azadiya çapemeniyê têk çûye û Tirkiyê ji bo rojnamevanan bûye navenda herî metirsîdar, lê aliyên peywendîdar di bêdengiya xwe de berdewam in.