Kanala ROJAVA TV

ZAGONÊN QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û BIKARANÎNA WAN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE

Bi destpêkirina pêkanîna peymana navdewletî ya qedexekirina çekên kîmyewî di 29 Nîsana 1997’an de, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat damezrandin..

189 dewletan îmze li ser wê peymanê kirine û li gor wê peymanê nabe ti dewlet çekên kîmyewî çêbike, depo bike yan jî bifiroşe..

Karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî têkibirin û jinavbirina wan çekan e..

Lê dewleta Tirk a dagirker heta niha pabendî bi wê rêkeftinê nekiriye..

Rojnamevan sînan cûdî derbarê de got ku ev peyman li gor berjewendiyên hin dewletan hatine îmzekirin.

rojnameva sînan cûdî got ku Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî herêmên parastinê yên medyayê de, ji bilî teknîka pêşketî, çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi destekdayina nato bikar tîne kar tîne.

Artêşa Tirk a dagirker ne tenê li dijî Herêmên Prastinê yên Medyayê çekên Kîmyewî bi kar tîne. Di Çileya 2018’an de li Efrînê û di 9 cotmeha 2019 an de li serêkaniyê jî çekên kîmyewî bi kar anî,

Di 16 Adara 1988’an de jî rêjîma Sedam Hisên li Iraqê li bajarê Helebce çekên kîmyewî bi kar anî..

Di encam de 5 hezar welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehhezan jî birîndar bûn.