Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ LI DIJÎ HEDEFGIRTINA JINAN DENGÊN XWE BILIN DIKIN 

Endama navenda lêkolînên jinolojî Xelat Ilyas Hedefgirtina Jinên Kurd ji aliyê rêjîmên desthilatdar ve şermezar kir, û got dê Êrîş û hedefgrtinên dagirkeran tu carî vîna jinên kurd neşkînê û dê bexwedana xwe bedewam bikin..

Rejîmên desthilatdar  û di serî de dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê û pêşengên Şoreşa Jinan hewl didin vê şoreşê û têkoşîna ku jinan li Kurdistanê daye destpêkirin, têk bibin.

Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hate kuştin.

Her wiha di Di 4’ê Cotmehê de endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hate hedefgirtin..

Endama navenda lêkolînên jinolojî Xelat Ilyas  Hedefgirtina Jinên Kurd ji aliyê rêjîmên desthilatdar ve şermezar kir û got ku Dijminê gelê kurd Hêza Jinan li ser xwe xeter dibînin lewma wan dikin hedef..

Xelat Ilyas dibêje: dê Êrîş û hedefgrtinên dagirkeran tu carî vîna jinên kurd neşkînê û dê bexwedana xwe bedewam bikin.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê jin bi durişma jin jiyana azadî, li dijî hedefgirtina jinan rabûn ser piyan.

Endama navenda lêkolînên jinolojî Xelat Ilyas bang li tevahî jinên kurd kir ku li hember êrişên dagirkeran bisekinin û banga mafên xwe û azadiya xwe bikin.