Cotkarên Kobanê di wergirtina fatoreyên xwe yên genim de berdewam in.
Nivîsgeha Dirav û Dayînê a Kantona Kobanê ji 24’ê Hezîranê ve dest bi belavkirina fatoreyên cotkaran kiriye.
Rêveberê Desteya Diravî ya herêma Firatê Muslim Bozan ji Rojava Tv re diyar kir ku proseya belavkirina fatoreyan bê pirsgirêk bi rê ve diçe.
Bazan got, heya niha hejmara fatoreyên ku ji cotkaran re hatine dayîn gihîştiye 610 fatoreyan.
