Yekîtiya Jinên ciwan a reqayê ji bo Piştgiriya Jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re, perwerdeyeke dirûtinê da dest pê kirin..
Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a reqayê Buşra Elî tekez kir ku yekîtiya jinên ciwan a reqayê ji bo piştgiya jinan her dem di nava hewildanan de ye..
bi armanca piştgiriya jinan û Peydakirina Derfetên kar ji wan re, Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê Perwerdeyeke dirûtinê da destpêkirin ..
her wiha perwerde bi hejmareke baş a jinan dest pê kir..
Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a reqayê Buşra Elî diyar kir ku dê Perwerde 2 heyvan dewam bike û tekez kir ku ew ji bo Piştgiriya Jinan di hemû waran de, her dem di nava Hewildanan de ne..
Kesên ku perwerdeyê dibînin spasiya Yekîtiya Jinên Ciwan a reqayê kirin û gotin: da ku jin bi xwe debara jiyana xwe bikin, xwe fêrî her karî dikin..
Jinên li Reqa ku berê di bin zilma DAIŞ,Ê de nikarîbûn ji malê derkevin, îro bi saya rêveberiyên jin derdikvin û derfetên kar ji xwe re peyda dikin..
