HUNERMENDÊ KURD MIHEMED ŞÊXO LI QAMIŞLO HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 36’an ya koçkirina hunermendê kurd Mihemed Şêxo, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya, çalakiyeke hunerî li navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar xist

Di çalakiya hunerî de, bi dehan hunermend, rewşenbîr, endamên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, emdamên tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya û hin hezkiriyê mûzîkê beşdar bûn.

Destpêkê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Cîbicîkar “Hesen Şero” û li ser navê malbata Mihemed Şêxo birayê wî “Hemîd Şêxo” axivîn û Mihemed Şêxo bi bîr anîn.

Axêveran anîn ziman ku Mihemed Şêxo bû sembolek bi nirx û wate ji bo hunera kurdî û di dilê her kurdekî de cihê xwe girtiye.

Çalakî bi gotin û jenandina stranên hunermendê nemir ji aliyê komên mûzîkê ve, bi dawî bû.

Share This Article