Yekîtiya Ragihandina Azad a li bajarê hesekê, paneleke diyalogê ji bo pênasekirina şerê taybet, cure, jêder û çavkaniyên wî û rola ragihandinê li hember wî, li dar xist.
Di Panelê de rojnamevan, nûnerên Partiyên siyasî , encumena Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, û hejmarek ji rewşenbîran beşdar bûn .
Panel li navenda çandê a bajarê hesekê hate li dar xistin .
Destpêkê endama Yekitiya Ragihandina Azad mizgîne hesen , yekitî pênase kir û destnîşan kir ku armanca damezirandina wê parastina mafên rojnamevanan, pêşxistina ragihandinê û xurtkirina têkiliyên bi derve re ye.
Piştre, xalên panelê ji aliyê berpirsê navenda ragihandinê a QSD ferhad şamî vr hate şîrovekirin. Û bal kişand ser rola ragihandinê li bakur û rojhilatê Sûriyê ,bandor û karînên wê li hember şerê teybet.
Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên panelê de parve kirin.
