RÊXISTINÊN JINAN ÊN HERÊMA FIRATÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Sara û Koordînasyona Jinan ên herêma firatê jî bi du daxuyaniyên cuda êrişa dagirkeriya Tirk ku di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê şehîd bûn, şermezar kir û welatên garantor û hevpeymaniya Navneteweyî berpirsên van êrişan nîşan dan.

Di daxuyaniyan de hate destnîşan kirin ku armanc ji êrişên tirkiyê şkandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevliheviyê û têkbirina aramî û îstiqrara herêmê ye.

Her di daxuyaniyan de hate gotin ku Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya hewayî li herêmên were ferzkirin.

Di dawiyê de Rêxistina Sara û Koordînasyona Jinan ên herêma firatê bang li hevpeymaniya Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku li hember van sûcan gavên pratîk biavêjin..

Share This Article