Endamê Tevgar Çand û Hunera Demokratîk hunremend Rêber Îsa ku di 18’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke tirafîkê de jiyan xwe ji dest da, li navçeya Amûdê ji aliyê TEV- ÇAND ve bi merasîmeke bi heybet hat veşartin.
Li ser navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hunermend Baran Dilbahar wiha got: “Keda heval Rêber gelek mezin e, weke welatparêzerekî çi diket li ser milê wî bi dilxwaziyeke mezin bi cih aniye.”
Li ser navê malbata Rêber Îsa, Îbrahîm Seed wiha axivî: “Em Rêber weke hunermendekî netewî dispêrin xaka pîroz. Em bi navê malbatê spasiya tevahî gelên li vir amade bûne dikin.”
Di dawiyê de jî xelata rûmetê ya TEV-ÇAND`ê radestî malbata Rêber Îsa hat kirin û di nava drûşmeyan de beşdaran cenazeyê wî spartin axê.
