Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎNÊ YA CIVAKÎ QURBANIYÊN KOMKUJIYA KEFER SEXÎR BI BÎR ANÎN

14 ‘ê tebaxa sala 2013’an çeteyên DAIŞ’ê li dijî şêniyên gundê Kefer Sexîr ê kantona Şehbayê komkujiyek pêk anîn û di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn.

Di salvegera 9’emîn a komkujiyê de, Kombenda Efrînê Ya Civakî daxuyaniyek da û Qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Kombendê da zanîn ku di nava qurbaniyên komkujiyê de jin û zarok jî hebûn. Her wiha kesên ku hatine revandin, heta niha çarenûsa wan ne diyare.

Kombenda Efrînê ya civakî ev komkujî bi tundî şermezar kir û bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û konseya ewlekariyê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.