Kanala ROJAVA TV

Rûspiyên Bakur Û Rojhilatê Sûriyê: Armanca Dewleta Tirk Vejandina Serdema Osmanî Ye

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek ji bo raya giştî da.

Di daxuyaniyê de rûspiyan gotin,

Dewleta Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukraynayê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û gefan li ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Da ku serdema Osmanî vejîn bike.

Rûspiyan dane zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna mîsaqa Milî parçeyên ji xaka Sûriyê qut dike.

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin:

“Wek Rûspiyên êlan ên Kurd, Ereb, Suryan bi olên xwe yên Misliman, Xiristiyan û Êzidî gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Divê civaka navdewletî li hember van gefan li pişta gelê Sûriyê be.”