Kanala ROJAVA TV

Şêniyên Eyn Îsa Û Koçberên Girê Spî Şehîdên Komkujiya Helincê Bi Bîr Anîn

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi nêzîkbûna salvegera Komkujiya Helincê meşek li dar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker di 23`yê Hezîrana 2020`an de bi balafireke bêmirov a biçek mala dayika Emîne Weysî ya li gundê Helincê yê herêma Firatê kir armanc, di encamê de Zehra, Hebûn û dayika Emîne şehîd bûn.

Kongra Star a Kantona Girê Spî îro li navçeya Eyn Îsayê meşek lidarxist û Şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anî.

Meş ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şaredariyê ya li naverasta navçeyê ve dewam kir.

Di meşê de  bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî jinan şermezar kirin û bang lê kirin ku li dijî van sûcan bisekine û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.