Kanala ROJAVA TV

Msd Bi Rûspiyên Efrîn Û Şehbayê Re Civiya

Nivîsgeha têkiliyan a encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina gefên dewleta Tirk a dagirker bi rûspiyên Şehba û Efrînê re civiya

Di civînê de rûspiyên Şehba, Efrîn, nûnerên Nibil û Zehra û nûnerên saziyên rêveberiya xweser başdar bûn.

Di civînê de geşedanên dawî, gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmeke nû û projeya guhertina demografya herêmên dagirkirî hatin nîqaşkirin.

Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin û bi berfirehî armancên gefên dewleta Tirk a dagirker hatin nîqaşkirin.

Beşdaran tekezî li se parastina axa xwe li hemberî dagirkeran kirin û piştrast kirin ku tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ye.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de hate gotin ku divê welatên garantor bi erkên xwe rabin.