Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Rewşenbîran A Herêma Cizîrê Êrîş Û Siyasetên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Yekîtiya rewşenbîran a herêma cizîrê bi daxuyaniyekê Êrîş û kiryarên Dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezarkir û diyar kir ku Dewleta tirk sûdê ji bêdengiya civaka navnetewî digire.

Di daxuyaniya Yekîtiya rewşenbîran a herêma cizîrê de  Dîwana Wêjeyê, komeleya wênegirên sûriyê, Desteya çandê û yekîtiya hunermendan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Armanca dewleta tirk ji êrîş û gurhatina demografiya herêmên dagirkirî qirkirina gelê kurd û têkbirina destkeftiyên şoreşê ne.

Her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser bêdengiya civaka navnetewî li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk li dijî xaka sûriyê û bang li civaka navnetewî kirin ku Bi erkên xwe yên mirovî rabe.