Kanala ROJAVA TV

Şehîd Zeya Til Temir Li Hesekê Hate Oxirkirin

Li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê endamê encumena Parastina Xabûr şehîd Zeya Til Temir bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.
Bi dehan Şêniyên bajarê Hesekê, navçeya Til Temir û gundewarên wê tev li merasîma şehîd Zeya Til Temir bûn.


Destpêka merasîmê YPJ û YPG`ê toreneke leşkerî li dar xistin û piştre bi navê encumena Malbatên Şehîdan a Til Temirê endama encumenê Cemîle Kako axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî şehîd Zeya Til Temir ditewînin ku canê xwe ji bo rêya azadiyê feda kir.”
piştre bi navê encumena Parastina Xabûr Madlên Xemîs axivî û got: “Şehîd sembola jiyana hemdemî ne û di dilê me de xwedî cihekî pîroz in.”
Madlên Xemîs anî ziman ku divê ew nirxên ku şehîdan parastina wan kirine, ji bîr nekin û xwedî lê derkevin.