XELKÊN QAMIŞLO BANGA DARIZANDINA KUJERÊN ŞEHÎD “SÎPAN” KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Qamişloyê, bi sedan welatî, ji bo şermezarkirina şehîdxistina hovîtî ya şervanê Lîwaya Hesekê, Sîpan Hiznî, daketin kolanan û daxwaza cezakirina kujeran kirin.

Meşvanan di meşê de wêneyên şehîd Sîpan Hiznî hildan û dirûşmên wekî “Şehîd namirin” û “Kujer dê bêne darizandin” berz kirin.

Di meşê de hate destnîşankirin ku armanca van êrîşan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye, lê gelê herêmê dê li dijî van provokasyonan yekitiya xwe biparêze.

Di dawiya meşê de daxuyaniyek ji bo raya giştî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang darizandina Kujeran hat kirin.

Share This Article