KOMELEYA MIŞTENÛR DAXWAZ KIR AQÛBETA KESÊN DAIŞ EW REVANDINE WERE ZELALKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komeleya Miştenûr ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku aqûbeta kesên ev 13 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, were zelalkirin.

Komeleya Miştenûr bi boneya roja navneteweyî ya wendagiyên bi zorê, daxuyanî li qada Jina Azad da.

Di daxuyaniyê de, malbatên ku zarokên wan hatine revandin amade bûn.

Komeleyê di daxuyaniyê de got: “Kesên wendakirî tev li şerê çekdarî nebibûn, ew xwendekar, mamoste û karker bûn.

Di şer de her tim ev sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û aqûbeta wan sivîlan zelal nabe.

Divê hikûmeta veguhêz komîteyeke taybet ava bike da ku rewşa kesên ku DAIŞ`ê ew revandine lêkolîn bike û aqûbeta wan zelal bike.

Di dawiyê de komeleyê got gihaştina heqîqetê edaletê pêk tînê û birîna malbatên kesên wendakirî rehet nabe heyanî ku aqûbeta zarokên xwe nas bikin.

Share This Article