Di bin çadirekî de ku parastina ji sermaya zivistanê an germahiya havînê nake, malbateke ji Serêkaniyê bi bêsebrî li benda nûçeya vegera xwe ya ewle bo bajarê xwe ye.
Şer ne tenê mala wan ji wan dizî, lê di heman demê de zarokên nûgihayî ji mafê herî bingehîn jî, perwerdehî, bêpar hiştin.
Xêzikên rûyê vê dayikê çîroka 7 sal ji koçberiya bi darê zorê şîrov dikin. Ji çadirekê malek ava kiriye û ji nebûnê hebûnek peyda kiriye.
Vê dayikê soz bi xwe re daye dema ku vegere mala xwe, ew ê vê çadirê di nîva mala xwe ya wêrankirî de vede, da ku rewş aram bibe û ji nû ve dest bi avakirina pêşerojeke ronî ji zarokên xwe re bike.
Dayik ji Rojava TV re dibêje hêviya vegera wê di kerwanê duyem ên koçberên Serêkaniyê de hebû, lê dema kerwanê yekem rastî êrîş û destrêjiyê hat, bawerî nema û hêviya wê di nava tirs û erêniyê de ma.
Kurê dayîkê Eyhem, ciwanekî 15 salî ye. Ev nêzî 7 salan e dev ji dibistanê berdaya û neçar maya ku kar bike da ku karibe malbata xwe xwedî bike.
Di bin vî çadirî de 10 kes ji malbatê jiyan dikin û bi awayekî rojane bîranînên mal, tax û dostên xwe tînin bîra xwe.
