QEHWEXANEYA GERBÎS… ŞAHIDÊ DÎROKA BAJARÊ QAMIŞLO

Rojava Tv
2 Min Read

Her gava ku navê Qamişlo û dîroka wê tê behskirin, navê Qehwexaneya Gerbîs jî pê re tê behskirin. Ev qehwexaneya ku di rojên germ ên havînê û şevên sar ên zivistanê de ji bo welatiyên bajêr cihekî hevdîtinê bû û hîn jî wisa.

Hevkarên me raporek li ser va cihê navdar amadekirine, em ê bi hev re dîrok û giringiya wê nas bikin.

Ev der Qehwexaneya Gerbîs e ku ye ji kevintrîn û navdartirîn qehweyên gelêrî û taybet yên bajarê Qamişlo ye.

Qehwexane di sala 1944’î de ji aliyê kesekî yê bi navê Ermenî Baron Gerbîs ve hatiye damezrandin. Ta roja îro milkiyeta wê ayidî haeman kesî ye.

Gelek kesayetên siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên navdar ji hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê serdana vê qehewexaneyê kirine, mîna sedayê Cegerxwîn, Aram Dîkran, Semîra Tewfîq û hwd.

Qehwexane ji bo gelekan weke rawestegehekê ye. Di zivistanê de xelk li hundir bi cih dibin û di havînê de li ser banê qehewexaneyê ku tavahiya bazara Qamişlo xuya dike, lê civata xwe digerînin.

Tiştê ku vê qehwexaneyê ji yên din cuda dike bihayên wê yên sembolîk in, ku li gorî bêrîk û dahata welatiyan ne. Wekî din, tama çayê wekî rojên berê xweş û bi çêje .

Share This Article