Bi hezaran şêniyên Qamişlo, şervanên QSD’ê û şervanên Lîwaya Qamişloyê şehîd Artêş Qamişlo (Artêş Hesen) û Alan Qamişlo (Şahîn Silêman) oxir kirin.
Gel cenazeyê şehîdan li ser milan ji Morgê anîn Pakrawangeha Şehîd Delîl Saroxan.
Merasîma oxirkirinê bi kêliyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û Torana leşkerî dest pê kir.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl sersaxî ji gelê Qamişloyê û gelê Kurd re xwest.
Li ser navê Meclisa Îslama Demokratîk şêx Omer Hemîd jî got: “Salên dirêj ji şer, ew her tim zarokên xwe didin ji bo rûmeta welatê xwe.
Fermandarê Lîwaya Qamişloyê Bawer Qamişlo jî soz da ku Ew ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin.
