Rojava Tv
2 Min Read

Kampa Roj, ku bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’ê tê de tên ragirtin, ji ber redkirina hin welatan ji vegerandina welatiyên xwe, pirsgirêkeke navneteweyî û herêmî derdixe holê.

Li gel tedbîrên ewlehiyê yên tund ên Asayîşê li deriyên ketinê û di nav konan de, kamp gefek mezin diafirîne ku dikare di her kêliyê de mîna bombeyekê biteqe.

Kampa Roj ku di sala 2015’an de li parêzgeha Hesekê hate vekirin, yek ji wan kampan e ku tê de hejmareke mezin ji jin û zarokên malbatên çeteyên DAÎŞ’ê hene û xeteriya herî mezin li ser herêmê û cîhanê çêdikin.

Di kampê de jin û zarokên ji welat û nasnameyên cuda hene, rewşa wan ji aliyê ewlehiyê ve hestiyar e, ji ber ku îdeolojiya tundrewî ya DAÎŞ’ê di nava kampê de tê zindî kirin .

Girêdayî rewşa Kampa Roj û rewşa ewlehî, hevseroka kampê Hikmiya Ibrahîm axivî û got ev kamp xeteriyeke mezin li ser herêmê çêdike .

Her wiha da xuyakirin ku zêdetirî 700 malbatên DAIŞ’ê, ku li ser zêdetirî 2000 jin û zarok belav dibin, di nava kampê de jiyan dikin .Kampa Roj ne tenê pirsgirêkek mirovahiyê ye, lê di heman demê bombeyeke navdewletî ye, ku bi teqîna wê re dibe ku felaketek mezin rû bide.

Share This Article