KOÇBERÊN JI SERÊKANIYÊ DAXWAZA TAZMÎNATAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên ji Serêkaniyê çalakiyek li pêşiya avahiya parêzgehê ya li Hesekê li dar xist û ji bo sererastkirina malên xwe yên wêrankirî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê daxwaza tazmînatan kir.

Di çalakiyê de pankartên “Em tevahî mafên xwe û tazmînatên adilane dixwazin”, “Wêrankirina malên me bi sozan venagere wekî berê, hatin vekirin.

Her wiha bi dirûşman bang li aliyên têkildar û rêxistinên navneteweyî kirin ku ji bo dabînkirina hêmanên jiyaneke bi rûmet piştî salên koçberî û mercên jiyanî yên zehmet, destwerdanê bikin.

Share This Article