Şêniyên Qamişlo dehsaliya şehîdên teqîna sala 2016`an ku di encamê de 62 welatî şehîd bibûn, bi bîr anîn. Şêniyan soza berdewamiya rêya şehîdan dan.
Duh, 27ê Tîrmehê, dehsaliya teqîna li taxa Xerbî ya Qamişlo bû, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin û di encamê de 62 welatî şehîd bûn û 177 kesên din birîndar bûn.
Malbatên şehîdan li cihê bûyerê merasîmek bîranînê li dar xistin û wêneyên zarokên xwe ligel mûm û kulîlkan nîşan dan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa axivî û şehîdên komkujiyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.
Çalakî bi pêxistina mûman û qîrîna dirûşmeyên “şehîd namirin” bi dawî bû.
Piştî çalakiyê, şêniyan berê xwe dan goristana şehîd Delîl Saroxan û silav li gorên şehîdan kirin.
