Însiyatîfa Gel a Bajarê Amûdê li dijî erebîkirin û guhertina navên bajarên Kurdan daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna hejmarek şêniyên bajar û endamên saziyên sivîl li Qada Jina Azad a bajar hat dayîn.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran Arşek Baravî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li gorî Peymana 29‘ê Çileya 2026‘an li Rojavayê Kurdistanê pêvajoya entegrasyonê dest pê kir.
her wiha daxuyand ku Li gorî pîvanên entegrasyonê gelê Kurd wek neteweyeke resen a Sûriyeyê hat naskirin. Lewre pêwîst e her karê ku tê meşandin li ser esasê pîvana hebûna Kurdan a li Sûriyeyê bimeşe. Lê di dema dawîn de gelek bûyer çêbûn ku vê pîvanê derbas dikin û binpê dikin. A dawîn ji bo navê Kobanê ye ku bikin Eyn Ereb hinek hewldan çêbûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta demkî dixwaze vê siyaseta xwe di hemû cografyaya kurdî de bisepîne. Dixwaze navên herêman biguherîne û bi demê re jî van herêman ji kurdîbûnê dûr bixe. Ev helwest li dijî Peymana 29‘ê Çileyê ye. Di heman demê de ev helwest ku nayê qebûlkirin li dijî ziman, nasname û hebûna Kurdan e.
di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ew Kurd in, zimanê wan kurdî ye û cih û warên wan neynika çand û kurdewariyê ne. Divê hikumeta demkî rêzê li vê rastiyê bigire û di warê qanûnî de de vê rastiyê nas bike.
Her wiha daxwaz kirin ku li hemberî wan, zimanê wan û dîroka wan, rêzê bigirin û ew tu helwestên înkarkirina Kurdan qebûl nakin. Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê hikumeta demkî erka li ser milê xwe bi cih bîne. Her wiha divê hemû gelê Kurd jî di vî warî de baldar û hişyar be û di van mijaran de tawîzê nede.
