Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyan ve hate paqijkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê bi beşdariya şêniyên herêmê, malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, komîn û trafîkê xebateke paqijiyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan pêk anîn.
Di vê çarçoveyê de derdora pakrewangehê û goran hatin paqijkirin û giyayên hişk hatin rakirin.
Ev xebat her 2 an 3 mehan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve tê meşandin
Kesên beşdar da zanîn paqijkirina pakrewangehê li hemberî berdêlên ku şehîdan dane pir kêm e û anî ziman ku parastina pîroziya pakrewangehê erka hemû kesan e
