ŞAREDARIYA DIRBÊSIYÊ PROJEYA ZIFITKIRINA RÊYÊN SEREKE YÊN BAJÊR DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li herêma Cizîrê, şaredarî bê westan dixebitin da ku rewşa xizmetguzariyê baştir bikin.

Têkildarî vê yekê, Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi projeya zifitkirina rêyên sereke yên bajêr kir û dê di rojên pêş de bi dawî bibe.

Bi armanca sererastkirina riyên di nava bajêr de, Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi projeya zifitkirina rêyên sereke yên bajêr kiriye .

Ev proje beşek ji rêze projeyên sala 2026 an yên ku şaredariyê daye destpêkirin, ew jî ji bo rê li ber girtina qezayên tirafîkê û serrastkirna riyan e.

Welatiyên bajarê Dirbêsiyê derbarê pirojeya ziftkirna riyan ji aliyê şardariyê ve gotin gaveke baş e ji bo bajar.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Şaredariya Bajarê Derbesiyê Egîd Misto ji Rojava TV re diyar kir ku 3 hezar û 600 an ku 14 mitir dam ji pirpjoya ziftê re hatiye veqetandin.

Li seranserî rojavayê kurdistanê pirojeya ziftkirina riyan ji aliyê şaredariyên bajaran ve hatiye destpêkirin û tê texmînkirin ku pirojeyên din jî ji bo xizmeta welatiyan bên destpêkirin.

Share This Article