LI QAMIŞLO Û HESEKÊ JI BO ZIMAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Çalakiyên şermezarkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Veguhêz a Sûriye yê ya sînordarkirina seatên perwerdeya bi zimanê Kurdî dewam dike.

Şêniyên Qamişlo û Hesekê bi çalakiyên cûda daxwaz kirin ku ev biryar carek din were rastkirin û perwerde bi zimanê Kurdî dewam bike.

Li Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên ji bo şermezarkirina sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê di 3 seatan de berdwam dike.

Îro li bajarê Qamişlo, bi sedan xwendekar, Mamoste û malbatên wan li Çerxerêya Osman Sebrî meşek li darxistin.

Di meşê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Em mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî dixwazin”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê xwendinê”, “Zimanê me çand û hebûna me ye” û “Me bi kurdî dest pê kir, em ê bi kurdî berdewam bikin” hilgirtin.

Meş li ber avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê rawestiyan.

Li wê derê, gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam bi xwendekaran re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de diyar kir ku ew qebûl nakin mîna zimanê biyanî li zimanê kurdî binêrin û tenê 3 saetan bixwînin.

Cîhan Hesam jî ji wan re got ew ê daxwaza wan bigihînin aliyên têkildar.

Li bajarê Hesekê jî, xwendekar û mamosteyan berê xwe dan Goristana şehîd Dijwar û li wê derê mîtîngek li darxistin.

Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, sînordarkirina zimanê Kurdî di 3 seatan di hefteyê de, mafê me yê fêrbûna bi zimanê kurdî binpê dike.

Her wiha xwendekaran gotin ew ê heta pêkanîna daxwazên wan, her dem li qadan bin û derbasî dibistanan nabin.

Çalakiya mîtîngê bi berzkirina diruşmên ” Zimanê me hebûna me ye ” bi dawî bû.

Share This Article