Jiyana rojane ya koçberên Serêkaniyê di kampa de rastî gelek astengiyan tê. Germa havînê di nav konan de zextê zêde dike, di zivistanê de jî baran û serma şertên jiyanê dijwartir dikin.
Koçberên Serêkaniyê dibêjin ku ew mafê xwe yê vegera bi ewlehî û bi rûmet dixwazin û jiyanek bi rûmet di nava bajarê xwe de bijîn.
Ji 2019’an ve, bi hezaran malbatên ku ji bajarê Serêkaniyê bi zorê hatine koçberkirin, hîn jî di kampa Waşokanî ya li Hesekê de di şert û mercên dijwar de dijîn.
Jiyana rojane ya koçberan di kampê de rastî gelek astengiyan tê. Germa havînê di nav konan de zextê zêde dike, di zivistanê de jî baran û sarma şertên jiyanê dijwartir dikin.
Pêdiviyên bingehîn wek ava vexwarinê, alavên tenduristiyê, perwerdehiyî û derfetên kar hîn jî ji bo gelek malbatan pirsgirêkên sereke ne.
Koçberên Serêkaniyê dibêjin ku ew mafê xwe yê vegera bi ewlehî û bi rûmet dixwazin û jiyanek bi rûmet di nava bajarê xwe de bijîn.
Koçberên Kampa Waşokanî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovahî dikin ku berpirsiyariya xwe li hember dosyaya koçberan pêk bînin, piştgiriyên mirovahî berfireh bikin û ji bo peydakirinê şertên vegera ewle û bi rûmet a hemû koçberan bixebitin.
