AJOKARÊN LI QAMIŞLO LI DIJÎ BILINDKIRINA BUHAYÊ BENZÎNÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Ajokarên taksiyan û veguhastina giştî li Qamişlo li ber avahiya Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist û daxwaz kirin ku biryara bilindkirina buhayê benzînê were betalkirin.

Di dema xwepêşandanê de, şandeyeke ajokaran bi Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê re civiya û daxwazên şofêr û welatiyan dan komîteyê:

Her wiha xwestin ku komîte van daxwazan li ber çavan bigire û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ku bûye krîzeke rastîn, bixebite.

Piştî civînê, nûnerên şandeyê û komîteyê diyar kir ku ev pirsgirêk dê di nav hefteyekê de were çareserkirin.

Share This Article