Di van şert û mercên aborî yên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, buhayê derman û lênerîna bijîşkî barê welatiyan zêdetir kiriye.
Nirxê lênerîna bijîşkan di vê dema dawiyê de gihiştiye 100 hezar lêreya sûrî, ev jî hiştiye ku nexweşên ku karîna wan tune ye nexweşiya xwe paşguh bikin û li wan girantir bibe.
welatiyên bajarê Qamişlo bi riya ROJAVA TV bang li aliyên peywendîdar dikin ku vê buhayê di ber çavan re derbas bikin û nirxê derman û lênerîna bijîşkan erzan bikin.
Di bin şert û mercên aborî yên dijwar de bilindbûna nirxê derman û klînîkên bijîjşkan li bajarê Qamişlo barê nexweşan giran dike.
Nirxê lênerîna bijîşkan di navber 40 hazar ta 100 hezar lêreyê sûrî de ye; welatî ji vê yekê dilgiranin û daxwaza di berçavderbaskirinê dikin.
Welatiyan ji rojava tv re diyar kirin ku kesek sermiyanê malê be û nexweşekî wî hebe mûçeyê wî ku 100$ dolarê emêrkî ye têra mesrefa kesê nexwş nake û divê kêmayî 500$ dolarê emêrîkî li ber destê wî hebe da ku karibe rewşa tendrustiya xwe tedawî bike.
dermanfiroşê bi navê Selah Remo jî anî ziman ku dermanê herî buha ku tê firotin dermanê nexwşiya penceşêrê ye.
welatî daxwaz dikin ku aliyên peywendîdar gavên guncaw bavêjin da ku barê tenduristî û jiyanê yê li ser wan kêm bikin û xizmetên tenduristiyê bi bihayên ku li gorî rewşa aborî ya heyî bin, pêşkêş bikin.
