ZÊDEYÎ MILYONEK KES LI BENDA AVA ELOKÊ NE

Rojava Tv
2 Min Read

Ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ava stasyona Elok li ser Milyonek kes li herêma Cizîrê hat qutkirin.

Xaça Sor a Navdewletî û hin rêxitinên mirovî kar dikin ku stasyonê careke din bixin xizmetê, Berpirs jî dibêjin, dê di demek nêzîk de stasyona Elokê bikeve xizmetê.

Derbarê mijarê de Nûçegihana me Bêrîvan Qasim raporek hazir kiriye, ka em lê tamaşe bikin.

Ji sala 2019`an ve dema ku dewleta Tirk a dagirker bajarên Sêrêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, ava Stasyona Elok ji ser bajarê Hesekê û hin deverên herêma Cizîrê bi temamî qut bû.

Lê îro û piştî 7 salan ji dagirkeriyê, bi alîkariya Xaça Sor a Navdewletî û hin rêxitinên mirovî kar û xebat ji bo sererastkirina Stasyonê û xistina wê di xizmetê de tê kirin.

Her wiha ji bo vêxistina stasyonê, ev zêdetirî mehekê ye elektirîk ji stasyona Dirbêsiyê diçe ya Elokê.

Derbarê mijarê de Berpirsê beşa fenî ya stasyona dirbêsiyê Asim Mihemed ji Rojava Tv re got ku di nava rojên pêşiya me de wê stasyona Elok têkeve xizmetêLi aliyekî din endamê navenda elektirîkê Hemîd Elî jî behsa saetên elektirîkê ku didin stasyona Elokê kir.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de, doh şandeyek ji fermandariya Asayîşê ku fermandar Siyamend Efrîn cihê xwe têde girt, serdana stasyona Elokê kir.

Share This Article