Kanala ROJAVA TV

2. Civîna Şêwirê Ya Encumena Sûriya Demokratîk Li Swêdê Hat Lidarxistin

Duyemîn Civîna Şêwirê Ya Encumena Sûriya Demokratîk Li Paytexta Swêdê Stockholmê Bi Gelek Pêşniyar Û Encaman Bi Dawî Bû.

Di civînê de hevserokê MSD’ê Riyad Derar bal kişand ser xebatên ku ev 4 sal e MSD û komîteya amadekar dimeşînin û got: “Me ji sala 2018’an ve 3 forumên diyalogê li dar xistine.”

Komîteya amadekar pêşînyar kir ku li ser sîstema ne navendî gotûbêj bêne kirin. Her wiha pêşînyarên din jî, hatin kirin.

Civîna li Stockholmê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Brîtanya û Swîsreyê, kesayetên demokratîk û nûnerên hêzên demokratîk bi sponseriya Saziya Olive Palm ya Navneteweyî li dar ket.