10’EMÎN MEHRÎCANA KURTEÇÎROKA KURDÎ LI QAMIŞLO DESTPÊKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya rojava xaka çîrokên berxwedêr îro 10’mîn mehrcana kurteçîroka kurdî , bi serpereştiya çand huner û yekîtiya nivîskarên kurd li sûriyê li qamişlo hate lidarxistin.
Mehrîcan li bexçeyê xwendinê li bajarê qamişlo bi beşdariya bi dehan ji nivîskar , rewşenbîr , hezkiryê çîrokan , desteya çand û huner li dar ket..
di mecrîcanê de 20 kes bi çîrokên cur be cur beşdarbûne .
Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser navê komîteya amdekar, desteya çand û huner ya kantona cizîrê û desteya hevbeş ya mehrîcanê axaftin hatin kirin û 10’mîn mehrîcana kurteçîroka kurdî hate pîrozkirin paşê beşê hunerî hate destpêkirin û çîrok hatin xwendin.
Mehrîcana kurteçîroka kurdî li baxçê xwendinê yê bajarê qamişlo dê 5 rojan dewam bike.

 


 

Share This Article