TEV- DEM’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ji bo nîqaşkirina rewşa dawiyê, pêvajoya entegrasyonê û rewşa xwe ya rêxistinî civînek li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Civîn bi amadebûna hevserokên tevgerê, hevserokên yekîtiyan û endama desteya serokatiya PYD’ê Hediya Yûsif pêk hat.

Civîn li ser du beşan hate birêvebirin. Di beşa yekem de Hediya Yûsif behsa pêvajoya entegrasyona demokratîk û pêşhatên herî dawiyê kir.

Her wiha bi berfirehî li ser çawaniya pêkanîna entegrekirineke demokratîk û derbaskirina astengiyan hate nîqaşkirin.

Piştre rewşa rêxistinî, karûxebat û astengiyên li pêşiya xebatê hatin nîqaşkirin.

Share This Article