Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava îro bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya wezareta parastinê de da destpêkirin.
Di bernameya Kampanyaya “Em Hemû YPJ’ê Ne” û “YPJ’ê Nûnertiya Me Dike” de dê konser û pêşangehên wêneyan li welat û dîyasporayê werin lidarxistin, şano werin pêşkêşkirin, panel werin lidarxistin û hevdîtin werin kirin. Her wiha kampanyaya haştagê were destpêkirin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava îro bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya wezareta parastinê de da destpêkirin.
Bi dehan jinan, endamên tevger û rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û çalakvan li Staduyma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî û bi hildana alên Kongra Star û YPJ’ê û pankartên bi nivîsên “Em hemû YPJ’ê ne” û “YPJ’ê nûnertiya me dike” hate xwendin.
Piştî ragihandina destpêkirina kampanyayê, bernameya wê hat aşkerekirin.
Cîgira Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wesayîf Dendena bernameya kampanyayê xwendin.
Di bernameya kampanyayê de ku dema bidawîbûna nehatiye diyarkirin, dê konser li welat û derve werin lidarxistin, pêşangehên wêneyên şervanên YPJ’ê werin vekirin û şano werin pêşkêşkirin.
Her wiha dê çalakiyên olî werin lidarxistin û daxuyaniyek bi navê Dayikên Aştiyê, şehîdan û şervanan were dayîn.
Panelek dê bi mijara girîngiya YPJ’ê bi parêzeran re werin lidarxistin û hevdîtin bi akademîsyeyan re werin kirin.
Dîsa jî dê rûniştinên diyalogan der barê mekanîzmeya entegrekirina YPJ’ê de werin lidarxistin û dosyayên belgekirina sûcên şer werin amadekirin.
Her wiha dê ji bo piştgiriya YPJ’ê kampanyaya haştagê were lidarxistin.
