PARÊZGARÊ HESEKÊ WEZÎRA KAR Û BARÊN CIVAKÎ YA HIKUMETA DEMKÎ PÊŞWAZÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya wezîra kar û barên civakî û kar a hikumeta demkî û şandeya pê re û şandeyeke Rêveberiya Xweser kir.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya wezîra kar û barên civakî û kar a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebawat û şandeya pê re, her wiha şandeyeke Rêveberiya Xweser kir.

Di civînê de, aliyan der barê rêyên pêşxistina karê saziyan û zêdekirina karîgeriya wan de gotûbêj kirin.

Parêzgar bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de ji bo baştirkirina asta xizmetguzariyê.

Beşdaran her wiha li ser mekanîzmayên entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser di nav wezaretê de nîqaş kirin.

Share This Article