Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek xwend.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 20’ê Îlonê, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 153 êriş pêk anîne.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê anî ziman hîna jî DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike.
Di heyama piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Şamê de anku ji 8’ê Kanûna 2024’an heta bi 20’ê Îlonê, şaneyên rêxistinê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne.
Ji dema têkbirina “xîlafetê” di şerê Baxozê yê 2019’an de, awayê çalakiya DAIŞ’ê ji “rêxistina dewletê” veguherî torên şane û komên şerê çetetiyê. Piştî hejmara êrişan di 2020 û 2024’an de kêm bû, di 2025’an de êrişên terorane zêde bûn.
QSD’ê diyar kir, Weke bîlanço, hêzên me bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî 70 operasyon, (3 jê operasyon paqijkirinê) yên berfireh pêk anîn. Di encamê de, jê 3 serçete, 95 terorîst hatin girtin. Di operasyon de jê 2 serçete, 6 terorîst hatin kuştin. Mîqdareke mezin a çek, cebilxane û belge hatin desteserkirin.
Di êrişên DAIŞ’ê de 30 şervanên me şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn, 6 sivîl jî şehîd bûn.
Li ser wê bingehê, em QSD van xalên li jêr diyar dikin:
1- Berdewama şerê dijî DAIŞˊê
2- Girîngiya hevkariya navneteweyî: Hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re hêmaneke krîtîk di pêşîgirtina vegera DAIŞ’ê de ye û em daxwaza piştgiriya operasyon û lojîstîk a zêde dixwazin.
Aramî û tamîrkirin: Têkoşîna li dijî terorê ji bilî projeyên geşepêdanê û xizmetguzariyê ku hêviyê ji gelên herêmên rizgarkirî re vedigerîne û rê li ber fikra tundraw bigire, temam nabe.
Ji nîşaneyên dawîn diyar dibe ku DAIŞ hîna jî hêzek e ku dikare bi êrişên bêserûber û planên girêk zirarê bide, di heman demê de li herêma me hejmareke mezin ji endamên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan hene.
