LI 3 BAJARÊN CIZÎRÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê yê Cizîrê di nava atmosfêreke kêf û şadiyê, lixwekirina cil û bergên Kurdî de agirê Newrozê vêxistin.

Tevahî Qadên pîrozbahiyan bi alên YPJ, YPGˊê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Şêniyên bajar û bajarokên Rojava di nava atmosfêreke pîrozbahî û vêxistina agirê Newrozê de pêşawaziya Cejna Newrozê dikin.

Girêdayî mijarê, xelkê bajarokê Abîre yê bajarê Çilaxa agirê Newrozê vêxistin.

Di çalakiyê de xelkê bajarok û gundewarê wê li têketina bajarok amade bûn, alên YPJˊê, YPGˊê û ciwanên şoreşger hildan. Şêniyan jî li dora agir govend gerandin.

Li Hesekê jî Şêniyên taxa Kelasê li Qada Cûdî bi beşdariya dehan şêniyên ku cil û bergên Kurd li xwe kiribûn agirê Newrozê vêxistin.

Li pêş Mala Êzidî ya bakurê bajarê Tirbespiyê jî agirê Newrozê hat vêxistin, beşdaran li ber agir stran pêxistin û li ber govebd gerandin.

Tevahî Qadên pîrozbahiyan bi alên YPJ, YPGˊê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Share This Article