Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîngek li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer organize kir.
Bi dehan jinên Dêrik û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, beşdarî çalakiyê bûn.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo 8’ê Adarê hat xwendin.
Piştî peyamê, axaftin ji aliyê Hevseroka (PYD) Perwîn Yûsiv ve hate kirin.
Perwîn Yûsiv got: Jin li hemberî hemû plan û êrişên li ser jin û gel têkoşîneke xurt kirin. Bi taybet şervanên (YPJ) ji bo parastina herêmê û jinan têkoşîn kirin û bedel dan.
Her wiha daxwaz ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku şervan û sivîlên di şer de dîl hatine girtin, serbest berdin.
Mitîng bi dirûşmên girêdayî jinan û dîlgirtiyên şer bi dawî bû.
