Zanîngeha Rojava panelek bi navê “Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafekî Destûrî ye û Nabe Ku Were Paşguhkirin” li dar xist. Di panelê de hat gotin ku divê ji bo zimanê Kurdî têkoşîna destûrî bê dayîn.
Panel ji aliyê Mamoste Cîhan Eyo ve hat rêvebirin û tê de Seroka Akademiya Yekmalê Mamoste Gunay Darici, Mamosteyê Zanîngeha Rojava û lêkolîner Berzo Mehmûd, Mamosteya Zanîngeha Zaxoyê Dr. Sanya Cebar, Şêwirmendê Xwendina Bilind ê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê Dr. Luqman Guldivê beşdar bûn.
Di panelê de giringiya Zimanê Dayikê, çima Zimanê Dayikê tê pîrozkirin? Çima pêwîst e mirov bi zimanê dayikê xwe hîn bike? hatin gotubêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev çalakî di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê, ku her sal di 21’ê Sibatê de tê pîrozkirin, hate lidarxsitin.
