Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û ji bo xwedîderketina li ziman û çanda xwe, bi sedan ji Şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê daketin qadan.
Şêniyan diyar kirin ku mafê kurdan ên rewa ye ku zimanê kurdî di destûra Sûrî de bibe zimanekî fermî.
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û ji bo xwedîderketina li ziman û çanda xwe, bi sedan ji Şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê daketin qadan.
Bi vê boneyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma kantona Cizîrê, di bin dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” li bajarê Qamişloyê meşek li dar xist.
Xwendekar û mamoste bi cilên kurdî û rengên kesk, sor û zer beşdarî meşê bûn.
Girseya Meşê ji ber Dibistana Şehîd Şervan a li taxa Erbewiyê dest pê kir û li ber avahiya Yekitiya Mamosteyên Cizîrê rawestiyan û ji aliyê Desteyê daxuyaniyek hat xwendin.
Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo ku zimanê Kurdî weke destkeftiyek mayînde pê parastin, pêwîste zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanê fermî bê naskirin.
Mamosteyan jî di meşê de gotin ku mafê kurdan ên rewa ye ku zimanê kurdî di destûra Sûrî de bibe zimanekî fermî.
Şêniyên bajarê Amûdê jî bi heman boneyê meşeke girseyî li dar xistin.
Di meşê de Şêniyên bajêr,mamoste û xwendekarên dibistanan bi cil û bergên kurdî beşdar bûn.
Girseya meşê ji Qada Jina Azad bi hildana pankartan dest pê kir û li Qada Şehîd Cîhad ve veguhirî mîtîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Dibistanên Amûdê Hena Xalid ve daxuyaniyek hate xwendin.
Hena Xalid di daxuyaniyê de piştrast kir ku polîtîkayên înkarê yên li dijî gelê Kurd hatine meşandin armanc dikin ku ziman û çanda wan ji holê rakin, lê berxwedana gelê Kurd û qurbaniyên şehîdan beşdarî parastina ziman û xurtkirina pozîsyona wê bûn.
Welatiyan di meşê de tekez kirin ku ew ê zimanê xwe biparêzin heya nefesa dawî.
Meş bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
