ÇAVÊN KOÇBERÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HER WÊ LI VEGERA BAJARÊN WAN BE

Rojava Tv
1 Min Read

ÇAVÊN KOÇBERÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HER WÊ LI VEGERA BAJARÊN WAN BEDi destpêka meha Çile de, êrîşên Hikûmeta Demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê nehatiye rawestandin.

Di encama van êrîşan de pêleke ji koçberiyê ve careke din çêbû.

Ji ber şert û mercan, koçber di cihên bi ewle de hatin veguhestin lê roj bi roj zehmetiyên wan pir dibin.

Ji aliyên xwe ve jî ji bo ku ev bar li ser koçberan sivik bibe Xêrxwaziyên Berzanî jî alîkariyên xwe berdewam dikin.

XÊRXWAZIYÊN BERZANÎ: EV 5 ROJIN EM BELAVKIRINA ALÎKARIYAN BERDEWAM DIKIN

Tevî peymanên ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ku tên îmzekirin da ku aramî bikeve nav bajêran de lê Hikûmeta Demkî û çeteyên wê her û her van peymanan binpêdikin û êrîşên xwe dewam dikin.

Share This Article