Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 8’Ê ADARÊ KOMBÛNA JINÊN ZENÛBIYA PANELEK LI DAR XIST

Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi navê “Pirsgirêka azadiyê ji bo jin û mêran” panelek li Reqayê li dar xist.

 

Di panelê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyê, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên encumena Leşkerî ya Reqayê, Yekîtiya Rewşenbîran, encumena Zagonsaz û nûnerên encumena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn

Di panelê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xilûd Îsa bi xêrhatina beşdaran kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir

Paşê endama rêveber a encumena Jinan a PYD’ê Foza Yûsif behsa doza azadiyê di navbera jin û mêran de kir û got: “Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye, di heman demê de pirsgirêka mêran e jî.”

Her wiha endama MSD’ê Debiya El-Nasir di panelê de axivî û diyar kir ku azadî ew e ku mafên her du zayendan werin naskirin û were misogerkirin.