BIRÎNDARÊN BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ GIHÎŞTIN HESEKÊ Û REQAYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Hejmareke ji Birîndarên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, piştî ku di saetên serê sibê de ji wan taxan hatin derxistin û ber bi Dêrhafirê ve bi rê ketin, gihîştin bajarê Hesekê û Reqayê.

Li gorî nûçegihana me, hejmareke ji birîndaran veguhestin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqayê û niha tên dermankirin.

Her wiha hin birîndar jî veguhestin Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li bajarê Hesekê.

Tê payîn ku di demjimêrên pêş de hin birîndarên din jî bigihêjin.

Share This Article