ÎSLAMA DEMOKRATÎK BANGA PARASTINA SIVÎLAN Û RAWESTANDINA ÊRIŞÊN LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kongreya Îslama Demokratîk û oldaran bajarê Hesekê, banga parastina jiyana sivîlan û daxwaza bidawîanîna êrişan kir.

Di daxuyaniyê de êriş û komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li dijî sivîlên bêguneh tên kirin, hat şermezar kirin.

Her wiha hat gotin ku tobarankirina deverên niştecihbûnê wekî sûcekî ku ji hêla ola îslamî û hem jî ji hêla exlaqî ve qedexe ye.

Daxuyaniyê diyar kir ku her çalakiyek leşkerî ku bibe sedema kuştina sivîlan an jî wan têxe xeteriyê, kiryarek êrişkar a heram e û gunehek giran e.

Kongreaya Îslama Demokratîk û oldaran bang li oldaran, meclisên hiqûqî û saziyên Îslamî kir ku helwesteke olî ya zelal bigirin û van êrişan şermezar bikin.

Share This Article