Şaredariya Gel a Girkê Legê bi armanca baştirkirina binesaziyê, dest bi projeyekê ji bo nûjenkirina rêyên peya yên bajêr kiriye.
Li gorî ku Şaredariyê da xuyakirin ku ev piroje wê bi alîkariya kampanyekê bê li darxistin û heya 45 rojan wê berdewam bike.
Ev piroje li naverasta bajêr de ye, û ji bo çeksazkirina riyên peya yên ku zirar dîtine, hatiya dest pê kirin.
Şaredariyê piştrast kir ku ev xebat li gorî daxwazên şêniyên bajêr tên, û beşek ji rêzeprojeyên xizmetguzariyê ne ku ew di vê heyamê de pêk tînin, û ev xebat dê qonax bi qonax berdewam be.
