Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê derbarê nexweşiya Gripê ya ku ev çend rojin li nav gel belavbûye, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Vîrusa Grîpê ya ku niha belav bûye, cureya “H3N2” ye; ew bi xwe ne vîruseke nû yan nenas e, lê belê yek ji cureyên grîpên demsalî ye ku her sal xuya dibe.
Desteyê destnîşan kir ku hejmara nexweşiyên giran kêm e û tu nîşaneyên zêdebûna hejmara mirina bi nexweşiyê nîn in.
Desteyê bang li gel kir ku hişyar bin û bi amûrên pêwîst parastina xwe bikin ji bo bikaribin parastina xwe ji nexweşiyê bikin û nexweşî belav nebe.
Ji ber belavbûna nexweşiyê li nava dibistanan, duh ji aliyê desteya Perwerdê ya kantona Cizîr, Firat û Reqayê ve, biryar derket ku dibistan 4 rojan werin girtin.
