Bi boneya Roja Navneteweyî ya piştgiriya Kesên Astengdar ofîsa kesên astegdar di desteya karûbarên civakî de şahiyek ji kesên astengdar li bajarê Qamişlo lidarxist.
Di şahiyê de Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya xweser tekez kir ku ew ê her dem piştgirê kesên astendar bin.
Di nava van rojên ku bilez derbas dibin de, bi hezaran Kesên Astengdar rojane rastî astengiyan, lê ev astengî tu caran ji wan re nabin pirsgirêk da ku armancên xwe di nava civakê de pêk bînin.
Her sal 3’ê kanûnê weke Roja Navneteweyî ya piştgiriya Kesên Astengdar tê pîrozkirin, bi vê boneyê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li parka Azadî a bajarê Qamişlo lidar xist.
Çalakî bi beşdariya Endam û rêveberên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran, Rêxistin, Kesên Astengdar û malbatên wan, pêk hat.
Di çalakiyê de Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya xweser tekez kir ku ew ê her dem piştgirê kesên astendar bin.
Piştî axaftinan komên mûzîkê, şano, dîlan û Orkêstra Rojava berhemên xwe yên cûrbecûr pêşkêş kirin, çalakî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
